Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê mayîneke ku şaneyên çeteyên DAIŞˊê çandibû bi erebeyeke QSDˊê de teqiya, lê tu zirar çênebûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku mayîneke şaneyên çeteyên DAIŞˊê li ser rêya bajarokê Sûsê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê çandibû bi erebeyek QSDˊê de teqiya.
Li gorî daxuyaniyê, di encama teqînê de şervanên wan birîndar nebûn.
Tenê zirarên sivik bi erebeyê de çêbûn .



