Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di panêleke diyalogê de, rewşa siyasî a niha ya li Sûriyeyê nîqaş kir.
Di heman demê de hate diyarkirin ku li herêmê guhertineke mezin pêk tê.
Lewma ji her kesî tê xwestin ku erkên xwe ji bo avakirina dewletek demokratîk pêk bîne.M+B
MSD`ê li bajarê Qamişlo, bi beşdariya gelek siyasetmedar, rewşenbîrî û çalakvanan panêleke diyalogê li dar xist.
Di panelê de, Hevserokê MSD`ê Dr. Mehmûd El Muslit diyar kir ku li Sûriyeyê pêdivî bi rêyekê heye ku gelên wê bike yek.
Dr. Mehmûd El Muslit: Divê ew nakokiyên xwe bidin aliyekî
Her wiha El Muslit anî ziman ku divê ew nakokiyên xwe bidin aliyekî da ku Sûriyeya ji bo her kesî be .
Hevserokê nivîsgeha têkiliyan a MSD`ê Hesen Mihemed Elî jî piştrast kir ku qonaxa ku welat tê re derbas dibe krîtîk e.
Lewma wî bang li her kesî kir ku di vê qonaxê de berpirsiyariyên xwe pêk bîne.
Hesen Mihemed Elî: Sûrî nikare vegere serdema sîstema navendî
Elî hişyarî da ku her şaşîyek wê wan ber bi kaoseke din ve bibe.
Hesen Mihemed Elî piştrast kir ku Sûriyeyê nikare vegere serdema sîstema navendî.
Serkeftina Sûriyeyê bi 4 xalên sereke ve girêdayî ye
Piştî wê, beşdaran diyar kirin ku serkeftina Sûriyeyê bi 4 xalên sereke ve girêdayî ye:
Ji wan xalan dûrketina ji nakokiyên derveyî li ser axa Sûriyeyê
Serxwebûna biryardana neteweyî. Zelalbûna di kar de.
Beşdarbûna hemû beşên gelê Sûriyeyê.
Dûrketina ji nakokiyên derveyî li ser axa Sûriyeyê.



