Li herêma Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Minbicê yên hatine dagirkirin, êriş û tundiyên li hemberî jinan berdewam e.
Bi munasebeta 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, me hinek ji van sûcan kom kirin.
Li gor wê ji Mijdara 2024`an heta 1`ê Mijdara 2025’an li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 25 jin hatine qetilkirin.
Her wekî 37 jin hatine birîndarkirin û 23 jin jî hatine revandin.
Ji ber li herêmên dagirkirî derfeta lêkolîneke bi tenduristî tune ye, hejmarên rast jî tam nayên zanîn.
Lewma em tenê agahiyên ku gihîştine ber destê saziyên têkoşîna li dijî tundiyê parve dikin.
Bi êriş û binpêkirinên dewleta Tirk: Bîlançoyek 85 jin
Li gorî daneyên ku Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin belge kirine:
ji Mijdara 2024`an heta 1`ê Mijdara 2025’an li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 25 jin hatine qetilkirin.
37 jin hatine birîndarkirin û 23 jin jî hatine revandin.
Agahiyên belgekirî yên Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê
Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê:
J i Çileya 2025`an heta Îlona 2025`an li Cizîrê bi êrişên balafira bê mirov 2 jin hatine qetilkirin:
Li kantona Firatê bi balafira bê mirov 2 jin û bi topbaranê jinek hatine qetilkirin.
Minbicê bi balafira bê mirov, êrişeke çekdarî û teqînan 19 jin hatine kuştin.
Li Efrînê bi êrişên çekdarî, xwekuştin 7 jin hatine qetilkirin.



