Di 8 salên dagirkeriyê de li Efrînê her roj şêniyên resen rastî kiryaran tên.
8 sal e kuştin , Revandi , Destdirêjî , guhertina demografîk li Efrînê didome.
Her roj li herêmê guhertina demokrafîk pêk tê.Mal û milkên şêniyan bi darê zorê tên desteserkirin.
Di nava ewqas sal de 10 hezar û 208 kes hatine revandin.
778 kes hatine kuştin û 96 kes jî ji ber îşkenceyê ne.
Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk a dagirker êrişî kantona Efrînê kir, gelê Efrînê tevî şervanên xwe di xendekên şer de 58 rojan li ber xwe da.
Piştî ew qas berxwedan da ku gel rastî komkujiyan neyê, neçarî koçberiyê bû.
Me di vê nûçeyê de di nava 8 salan de kiryarên li ku Efrînê tên meşandin û li gorî raporên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyeyê me berhevkiriye .
Li Efrînê ji destpêka dagirkirina wê ve, şêniyên resen ên di Efrînê de dimînin rastî gelek kiryaran hatine.
10 hezar û 208 kes hatine revandin û çaranûsa gelek kesan hîna ne diyar e.
Hinek kes bi dayîna peran hatine berdan. Her wiha Efrînê 778 kes hatine kuştin û 96 kes jî ji ber îşkenceyê ne.
Diziyên li Efrînê û birina daran milyonek û 30 hezar dar zeytûnê û daristanan hatine birîn.
Hikumeta veguhêz di sala 2025’an de piştî hilweşîna hikumeta Şamê hatin ser desthildariyê û kiryarên li Efrînê hîna didome.
Ji Kanûna 2024 heya Cotmeha 2025’an de zêdetirî 450 kes rastî revandin û girtinê hatine, ji wan 35 jin in û 7 jî bi temên wan biçûk in.
Di nava 11 mehan de zêdetirî 50 kesî rastî kuştinê hatine ji wan 3 jin in.
Zêdetirî 121 kes rastî îşkence, êriş, îstismar û lêdanê hatin ji wan jî 5 jin in. Ev hemû ji hêla çeteyan û malbatên çeteyan ve ye.
Li Efrînê gelek dizî çêdibe û zêdetirî ew qas mewsima zeytûnan hatiye dizin.
Zêdetirî 4 hezar û 465 darên zeytûnê, incas û hinar, her wiha 5 hezar û sed darên daristanan hatine birandin.
Li Efrînê di sala 2025’an de zêdetirî 70 hektar erd hatine şewitandin.
Bi van gotinan mirov dikare bêje bi pêkanîna van kiryaran li Efrînê ewlehî nîn e.



