Serkereterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê PDK-S bi boneya salvegera 14’emîn ya damezrandina Ronahî TV, peyamek pîrozbahî şand.
Di berfirehiya pîrozbahiyê de sekreterê PDK-S’ê Ciwan Abdulkerîm Siko got:
“Bi navê partiya me û endamên wê salvegera damezrandina Ronahî TV pîroz dikin.
Ronahî TV ji destpêka damezrandina xwe ve, tevî zehmetiyan bû deng gelê bindest û rastiya wan.
Wekî dengekî bihêz ji bo hêviyên gelê me yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê xizmet kiriye.”
Di dawiyê de sekreterê PDK-S’ê, spasiya rêveber, xebatkar û endamên Ronahî TV kir û got:
“Bi vê boneyê em rola Ronahî TV ya pêşeng silav dikin û ji bo wê piştgiriya xwe ya domandina kar û xebatê diyar dikin.”



