Li Kantona Tebqayê Hêzên Ewlekariya Hundirîn semîner li ser xeteriya narkotîkê dan
Li bajarokê El-Suweydiye El-Kebîra yê Tebqayê jî hêzên ewlekariyê bi hevkariya rêveberiya dibistanan, semîner li ser xeteriya narkotîkê dan.
Di semînerê de bandora narkotîkê li ser civakê û ciwanan, rola malbatê di pêşîlêgirtina vê nexweşiyê de hate nîqaşkirin.
Xwendekaran nerînên xwe anîn ziman û teqezî bi hevkariya bi Hêzên Ewlekariyê re kirin.



