Li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên di derbarê Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan didome.
Vê carê li bajarê Helebê di derbarê Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan belavkirina belavok û perwerde hatin dayin.
Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya “Kom bibin” derdora 800 biroşûr belav kirin.
Di biroşûran de banga rawestandina tundiya li dijî jin û zarokan hate kirin.
Her wiha daxwaza tevlîbûna li çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo, hate kirin.
Yek ji rêvebera di Yekîtiya Jinên Ciwan Şemis Elî axivî û got:
Belavkirina biroşûran beşek ji pêngava ku bi dirûşmeya “Kom bibin” de di nava 4 mehan de berdewam kir, pêk hat.
Di heman çarçoveyê de Kongra Star a Helebê li ser 3 rojan dest bi perwerdeyê ji bo endamên Meclis û Komînan derbarê têgeha zayendperestiyê da.
Yek ji rêveberên Komînên Meclisa taxa Şehîd Gelhat Elî Mistefa ku tevli bû got:
Armanca sereke ji perwerdeyê ew e endamên komînan ji hişmendiya baviksalarî rizgar bibin.



