Şêniyên bajarê Til Hemîsê şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Zekereya Îbrahîm, Hikmet Tokmak, Nebo Elî û Hacî Cuma Elî bi bîr anîn.
Semîner li hola partiyê bi amadebûna endamên partiyê, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî hate dayîn.
Piştî rêzgirtinê, ji rêveberên Meclisa bajarê Til Hemîsê Rewşen Mihemed behsa jiyan û têkoşîna şehîd Şîlan kir.
Rewşen Mihemed bi bîr xist ku şehîd Şîlan di sala 1987’an de tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû. Tevî hevreyên xwe li çiyayên azad û Rojavayê Kurdistanê û Helebê têkoşîneke bêhempa da meşandin. Herî dawî di 29’ê Mijdara 2004’an bi komployeke hevbeş bajarê Mûsilê yê Iraqê hatin şehîdxistin. Rewşenê diyar kir ku dê şopdarên rêya şehîdan bin.
Hevserokê Meclisa PYD’ê yê Til Hemîsê Mihemed El Kemaş axivî û diyar kir ku şehîd Şîlan meşaleya azadiyê ye û wiha domand: “Bi saya keda şehîdan em gihaştina vê asê. Em hemû şagirtinê şehîd Şîlan e. Em ê şopdarên rêya şehîda bin.”
Di dawiya semînerê de dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.



