Akademiya Aboriya Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewreyeke perwerdeyê bi navê nûçegihana ajansa me şehîd Cîhan Bîlgîn da destpêkirin.
Akademiya Aboriya Civakî ku 17’ê Mijdara 2024’an hatiye vekirin, dewreya perwerdeyê ya 7’an bi rêxistin dike.
Nûçegihana me Cîhan Bîlgîn tevî rojnamevan Nazim Daştan dema ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dişopandin, 18’ê Kanûna 2024’an de di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li başûrê Kobanê şehîd bûn.
Dewreya perwerdeyê dê li gorî 3 qonaxan were birêxistinkirin: Di qonaxa yekemîn de waneyên bîrdozî li ser danasîna dîrokê, kesayet, çawaniya pêşxistina têgihaştina erênî werin dayîn. Di qonaxa duyemîn de dê waneyên aborî, çawaniya pêşxistina xebatên aborî û diyarkirina mîsyona her endamekî/ê werin dayîn. Di qonaxa sêyemîn a dawîn de jî dê waneyên der barê têgeha xwenaskirin û jiyana komînal de werin dayîn.
Perwerde dê heya 12’ê Kanûnê dewam bike.



