Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê diçe Moskovê.MIX
Berdevka Koşka Spî Caroline Levitt destnîşan kir ku hevdîtinên beriya ku biçin Rûsyayê bi Ukraynayê re hatin kirin, gelekî baş bûn.
Her wiha Rayedarekî Ukraynayê jî anî ziman ku reşnivîsa plana DYA’yê de pêşketinên mezin çêbûne, lê pêdivî bi guhertinan heye.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştgirî da van hewlan û destnîşan kir ku Ewropa di aştiyeke dadperwer û mayînde de bi israr e.
Macron got, ku plana DYA’yê hîn di qonaxeke pêşîn de ye û ji bo şeklê dawîn were dayîn pêdivî bi beşdariya tam a Ewropayê heye.



