Di çarçoveya pêşxistina rewşa xizmetguzariyê li gundewarê Reqayê, 20 kolan hatin qîr kirn û 14 terensên kehrebeyê hatin siwar kirin.
Di mehên dawîn de şaredariyê 20 kolanên sereke û nesereke, bi mîqdara 7 hezar metredam asfalt qîr kir.
14 terensên kehrebeyê, ji bo kehrebeya bajêr û gundewarê wê siwar kirin.
Rêveberê Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Gel a Sebxa, Salih El Nasir da zanîn ku ew hewl didin kolanên sereke yên Sebxe, Zor Şemer û gundên wan bi rêya enerjiya tavê ronî bikin.
Endazyarê nivîsgeha Kehrebeyê ya Sebxa Îbrahîm Hemadê diyar kir ku wan bi hevkariya Meclisa Rêveber a Reqayê, 16 burcên kehrehê yên nizm û 14 terens anîne.
Ev xebat kehrebeyê ji tevahî gundên derdorê re peyda dike.



