Ji beşdarên konferansê Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren têkildarî pêvajoya aştî û civaka demokratîk axvî.
Serhat Eren got, di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de bi taybetî divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin.
Di bin sîwana Meclîsê de jî komîsyonek ava bûye û hewl tê dayin ku pêvajo civakî bibe.
Pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Rêber Apo destpê kir, salekê li pey xwe dihêle.
DEM Partiyê têkildarî pêvajoyê konferanseke girîng lidar xist.
Ji gelek deverên cîhanê gelek kesayet tevlî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî bûn.
Ji beşdarên konferansê Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren nirxandin kir.
”Niha hewl tê dayîn ku pêvajo civakî bibe”
Eren anî ziman ku ji bo aştî civakî bibe û li qada navneteweyî bi rengekî rast bê fêhmkirin wan konferans lidar xistine.
Di bin sîwana Meclîsê de jî komîsyonek ava bûye û hewl tê dayin ku pêvajo civakî bibe. Li mirovan guhdarî kir.
Weke DEM Partî di pêvajoyê de ji bo rola partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl nîqaş bikin, me konferansek lidar xist.
”Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin”
Eren diyar kir ku serdana komîsyonê ya ji bo Rêber Apo girîng e û wiha bi lêv kir:
Di mijara çareseriya meseleya Kurd de karên vê komîsyonê hêja ne.
Di vê pêvajoyê de qonaxa heyî qonaxa çareserkirina bi temamî ya meseleya Kurd e.
Di vê pêvajoyê de ya ku divê bê kirin gavên li ser tevlîbûna li jiyana civakî û siyasî ye.
Bêguman em dikarin weke pêvajoya sererastkirinên qanûnî jî pênase bikin.
”Divê şert û mercên karkirina azad ji bo Rêber Apo bên afrandin”
Eren destnîşan kir ku di qonaxa nû de bi taybetî divê şert û mercên karkirina azad ji bo Rêber Apo bêne afirandin û got:
Gavên ku di vê pêvajoyê de divê destpêkê bêne avêtin divê ev bin;
Divê şert û mercên Birêz Ocela yên azadiyê bêne afirandin.
Azadiya wî bê misogerkirin, ji bo naskirina mafê hêviyê guhertinên qanûnî bêne kirin.
Ya din jî endamên tevgera azadiyê yên ku bi temamî çek danîne karibin tevlî jiyana demokratîk, siyasî û civakî bibin .
Bendewariya me ya bingehîn ew e ku di vê mijarê de guhertinên qanûnî bêne kirin.



