Hêzên hikumeta veguhêz gundewarê rojavayê Siwêdayê topbaran kir û di encamê de karmendekî saziya avê birîndar bû.
ANHA’yê ragihand ku hêzên hikumeta veguhêz di berbanga îro de topeke hawnê avêtin devera Bîra 20’an a li ser rêya Hec.
Her wiha eşkere kir ku top ji aliyê gundewarê rojavayê Siwêdayê ve hat avêtin ku hêzên hikumeta veguhêz lê bi cih bûne.
Di encama êrişê de karmendê saziya avê Ehmed Ebû Salih nobedar bû di topbaranê de birîndar bû.
Birîna Ebû Salih giran e, parçeyên guleyê aliyê rastî yê pişika wî derbas kirine û hin parçe tê de mane.
Bijîşk li bende ye ku rewşa wî ya tenduristiyê aram bibe ji bo emeliyet bike.



