Awistralya nepejirand ku welatiyên xwe ji kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegerîne.
Rojnameya The Guardian ragihand ku DYA’yê pêşniyar kiriye ku Awistraliyan ji kampan vegerîne, bi şertê ku pasaport an belgeyên fermî ji wan re werin dayîn, lê Awistralya qebûl nekir.
Li gorî agaiyan, kêmî 40 malbatên DAIŞ`ê yên Awistralî li kampên Roj û Holê hene, piraniya wan zarok in, beşek ji wan di kampan de jidayik bûne.



