Li bajarê Asfî yê Fasê yê li perava Atlatîkê berî 2 rojan lehî rabûbû.
Di encamê de 37 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek mal û dikan binav bûn.
Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya li Bakurê Afrîkayê ji ber felaketa lehiyê sersaxî ji Fasê re xwest.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Bakurê Afrîkayê peyama sersaxiyê ji bo Qraltiya Fasê re weşand.
Nûnertiyê xemgîniya xwe ji ber vê êşê anî ziman.
Dilovanî ji giyanê qurbaniyan re hêvî kir û şîfaya lezgîn ji birîndaran, her wiha silametî ji mexdûran re xwest.
Nûnertiyê piştgiriya xwe bi gelê Fasê û hikumeta wê re anî ziman.



