Li Holandayê Konferansa Yekemîn ya Yekîtiya Jinên Kurd ya Ewropa hate lidarxistin.
Jinên ji çar aliyên Kurdistanê beşdarî konferansê bûn.
Îro encamnameya Konferansê ya li Hollandayê hatî lidarxistin, hate eşkerekirin.
Hat diyarkirin ku armanca konferansê avakirina yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd ên li Ewropayê ye.
Di 13’ê Kanûnê de li Hollandayê Konferansa 1’emîn a Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê hat lidarxistin.
Konferansa bi peşengtiya Înîsiyatîfa Jinên Kurd a li Ewropayê bi beşdariya 154 jinên Kurd pêk hat.
Encamnameya konferansê îro hate ragihandin.
Encamnameya konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd hat eşkerekirin
Ji bo pêşeroja jinên Kurd li Ewropayê di konferansa 1’emîn de ev biryar hatin girtin:
Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd a li Ewropayê êdî wek platform kar û xebatên xwe wê bimeşîne.
Biryar e ji bo meşandina kar û xebatên platformê rêveberiyeke ji 21 kesan pêk tê dê were hilbijartin.
Jin, piştgiriyeke aktîf dê bidin pevajoya nû ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê.
Li dijî şîddet-tundiyê divê têkoşîneke hevbeş bê meşandin û mafê jinan bê parastin.
Ji bo xurtkirina pêywendiyên di navbera jinan de danûnstandinên dostanî û hevaltiyê dê bên pêşxistin.
Divê li hemberî zehmetî û pirsgirêkên jinên li derveyî welat pêre rû bi rû dimînin helwesteke hevbeş bê nîşandan.
Divê jinên Kurd li derveyî welat (Ewropayê), ji bo aboriya xweser projeyên hevbeş pêş bixin.
Divê di nava her şert û mercî de, mafê jinan ê siyasî, aborî, civakî, bi têkoşîneke hevbeş bê parastin.
Ji bo bîra (hafiza) jinan a hevpar bê avakirin, xebatên arşîvî bên çêkirin.



