Siyasetmedarê Kurd û Serokkomarê berê yê Îraqê Dr. Berhem Salih ji bo Komîseriya Bilind a Penaberan a NY’ê hat erkdarkirin.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Dr. Berhem Ahmed Salih pîroz kir.
KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku cîhan di pêvajoyeke nû û zehmet re derbas dibe.
Her wekî anî ziman ku ji ber şer, nearamiya siyasî, krîzên aboriyê û rêveberiyên zordar bi milyonan mirov ji cih û warê xwe bûne û got:
“Li herêmên cuda yên Kurdistanê bi sed hezaran penaber û koçberên Kurd ji bo jiyanê li ber xwe didin.
Em di wê baweriyê de ne ku dilsoziya we ya bi nirxên mirovî, hûn ê li vê qadê tevkariyên girîng û mayinde bikin.
Baweriya me ew e ku, di xurtkirina aştî û aramiya herêmên şer, kêmkirina pirsgirêkên penaber û koçberiyê hûn ê bi roleke çalak rabin.”



