Nûnera Taybet a Mafên Mirovan a NY’yê ya li Îranê May Sato, ragihand binçavkirin û windakirina 25 kesên li bajarê Meşhedanê binpêkirina mafê mirovan e.
May Sato, diyar kir ku ji nêz ve doza 25 kesên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve di merasîma cenazeyê Xosro Elî Kurdî de li Meşhedan a Îranê hatine girtin, dişopînin.
Her wekî destnîşan kir ku agahiyên li ser cihê binçavkiriyan hîn ne diyarin, ev yek binpêkirina prensîbên mafên mirovan ên yasayên navneteweyî ye û got:
“Windabûna binçavkiriyan, fikarên cidî li ser ewlehî û rewşa wan derdixe holê.”
12’ê Kanûnê li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî, hêzên ewlekariyê çalakvanên beşdarî merasîmê bûn li gel hejmarek welatiyan binçavkirin.



