Li Pirtûkxaneya Şilêr a bajarê Qamişloyê şahiya îmzekirina pirtûka Merwan Berekat ya bi navê ` Dengvedana Êşan` hat lidarxistin.
Di şahiyê de rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, endamên Pirtûkxaneya Şilêr û Yekitiyên Rewşenbîrên kantona Cizîrê amade bûn.
Di şahiyê de nivîskar Merwan Berekat axivî û diyar kir ku xwendina pirtûkan, nivîsandina wan hêmana sereke ya bidestxistina zanistê û pêşketina mirovan e.
Min nivsandina pirtûka xwe di 2018ˊan de dest pê kir û di 2025ˊan de çapkir.
Ji bo min imzekirina vê pirtûkê kêfxweşiyek pir mezine.
Naveroka pirtûkê behsa êş û zehmetiyên gelê Efrînê tê re derbas bûye kir.
Piştre beşdaran jî sipasiya Merwan Berekat kirin û gotin:
Di nava civaka Rojhilata Navîn de nivîsandin û xwendin hinekî kême, ji lewra jî ji bo avakirina civakeke zanistî, îmzekirina pirtûkan û zêdekirina berheman, gavekî erênî ye.
Divê çanda xwendin û nivsandinê di nava civakê de were zêdekirin.
Di dawiya şahiyê de pirtûk hat îmzekirin û li beşdaran hat belavkirin.



