Desteya Tenduristiyê ya Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist.
Civîn li hola Meclisa Çand û Ronakbîriyê ya herêma Meamil pêk hat.
Di civînê de kesên axivîn diyar kirin ku pêwîstî bi pêşxistina zanabûna tenduristiyê di nava civakê de heye.
Ji bo xurtkirina beşa tenduristiyê û garantiya mafên welatiyan û pêkanîna edalet û wekheviyê pabendî bi Hevpeymana Civakî were kirin.
Divê bernameyên jîngehî ji bo misogeriya paqijiya navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan werin danîn.
Her wiha Rapora salê ya desteyê hat xwendin û piştre jî sînevîzyonek der barê xebatên salê de hate pêşandan.
Civîn bi gelek pêşinyaran bi dawî bû hin ji wan jî evin.
Xebitîna li ser avakirinên xizmetguzariyeke zêde ku lênêrîneke bibandor pêk tîne û xalên şopandina tenduristiyê werin berfirehkirin.
Xurtkirina hevkariyên derve, aktîvkirin û hevrêziyên hevbeş bi rêxistinên navneteweyî û çalakiyên civakî re ji bo piştgiriya projeyên geşepêdanê li derveyî xalên desteyê, da ku hevgirtina hewlan were birêxistinkirin.
Li darxistina kampanyayên pêşîlêgirtina stratejîk, zêdekirina înîsiyatîfên hişyarkirina meydanî û têkoşîna li dijî nexweşiyên civakî hişyarî were dayîn.



