Rûsya li herêma Odesayê êriş pêk anî, kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Ji ber êrişê binesaziya benderê, avahiyên îdarî, hilberînê û depoyan zirar dîtin.
Li gel vê yekê Hêzên Ukraynayê jî li herêma Rostovê ya Rûsyayê êrişeke li ser rafîneriya petrolê pêk anîn.
Di êrişên Rûsyayê yên di saetên şevê de ku binesaziya benderê ya li herêma Odesayê armanc kirin, kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn.
Serokê Îdareya Leşkerî ya Herêma Odesayê Oleh Kiper, agahiyên derbarê êrişê de ji hesabê xwe yê Telegramê parve kir.
Kiper got:
“Dijmin di saetên şevê de careke din êriş bir ser binesaziya bender û pîşesaziyê ya herêma Odesayê.
Kesek jiyana xwe ji dest da, du kes birîndar bûn.”
DI ÊRIŞA RÛSYAYÊ DE KESEK MIR Û 2 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN
Li gorî daxuyaniya Kiperê, di encama êrişê de zirar gihiştiye li avahiyên îdarî, hilberînê û depoyan.
Li hin cihan agirên derketî ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hatin vemirandin.
Kiper got li herêmê hemû karûbarên lezgîn dixebitin, pêvajoya rakirina encamên êrişê û belgekkirina sûcên şer ên nû yên Rûsyayê didome.
ÊRIŞÊN LI SER ODESA Û DERDORÊN WÊ ZÊDE DIBIN
Di demên dawî de hate ragihandin ku Rûsyayê êrişên xwe yên li ser Odesa û derdora wê zêde kirine, bi taybetî binesaziya bender û enerjiyê armanc dike.
Di rojên borî de piştî êrişên li ser Bendera Pivdeniy, rûnê nebatî rijiya deryayê û ev yek bû sedema qirêjiya jîngehê li peravên Odesayê.
Berî niha jî hate ragihandin ku hêzên Rûsyayê bi balafirên bê mirov yên kamikaze Bendera Odesayê lêxistin, di êrişê de keştiyek sivîl a bi ala Lubnanê ku fasûliya soyayê ya Ukraynayê hilgirtibû zirar dît.
Herwiha hedefgirtina giran a Rûsyayê ya Pira Mayakiyê ya li ser riya Odesa-Reni, gihiştina deriyên sînor û cihên niştecihbûnê yên rojava zehmet kir.
Rayedar û yekîneyên veguhestinê rêyên alternatîf ava kirin.
RÛSYA: ME WARGEHA KOSOVTSEVO YA LI HERÊMA ZAPORIJYAYÊ KONTROL KIR
Heman demê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan wargeha Kosovtsevo li herêma Zaporijyayê girtiye.
Di daxuyaniya wezaretê de agahî li ser kiryarên artêşa Rûsyayê li Ukraynayê hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hin xetên girîng ên li xeta pêşîn hatine kontrolkirin û wiha hat gotin:
“Yekîneyên leşkerî yên Rojhilat di kûrahiya parastina dijmin de pêşve diçin û di encama çalakiyên biryardar de wargeha Kosovtsevo li herêma Zaporijyayê kontrol kirin.”
BI MOŞEKÊN STORM SHADOW RAFÎNERIYA PETROLÊ YA RÛSYAYÊ HAT XISTIN
Li gel vê yekê doh, Hêzên Parastinê yên Ukraynayê li herêma Rostovê ya Rûsyayê êrişeke li ser rafîneriya petrolê pêk anîn.
Di êrişê de moşekên Storm Shadow hatin bikaranîn.
Li herêma rafîneriyê gelek teqîn hatin tomar kirin û hate ragihandin ku armanc bi serkeftî hate lêdan.
Hejmara birîndar û windahî tên zelalkirin.
Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê di daxuyaniyeke cuda de destnîşan kir ku rafînerî yek ji dabînkerên herî mezin ên berhemên petrolê yên li Rûsyaya Başûr e.
Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê wiha got:
“Hêzên Parastinê yên Ukraynayê ji bo qelskirina potansiyela leşkerî-aborî ya dagirkerên Rûsyayê û neçarkirina Federasyona Rûsyayê ku êrişa çekdarî ya li dijî Ukraynayê rawestîne, tedbîrên pêwîst didomînin.”



