Li ser rêya Dêrazor-Şamê qezayek çêbû. Di encamê de 3 kes mirin û 8 jî birîndar bûn. Di qezayeke din de ku li ser rêya Dera-Şamê çêbû, kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Li ser rêya Dêrazor-Şamê otobusek li erebeyeke din qelibî. Di encamê de 3 kes mirin û 8 kes birîndar bûn.
Li gorî Parastina Sivîl a Sûriyeyê, li ser rêya navneteweyî ya di navbera Dera-Şamê de li nêzî bajarokê Xirbe Xezale wesayîtek ji rêya xwe derket û qeza kir. Di encama qezayê de kesek mir û yekî din birîndar bû.
Di saetên sibehê de jî li ser rêya Hums-Şam de wesayîtekê qeza kir. Di encamê de 4 xwendekarên zanîngehê jiyana xwe ji dest dabû û 2 jî birîndaran bûbûn.



