Balyozê Îsraîlê yê Almanyayê Ron Prosor duh serdana Nivîsgeha Rêveberiya Xweser a li Berlînê kir.
Prosor der barê serdana xwe de li hesabê xwe yê Xˊê ev nivîsek belav kir.
Tê de got, dostaniya di navbera gelên Îsraîlê de ne tenê li ser bingeha berjewendiyên hevpar e.
Divê cîhan û Ewropa ji bîr nekin ku Kurd li eniyên pêş li dijî DAIŞˊê û Îslamîstên din şer kirin.
Ron Prosor teqez kir ku cîhan û bi taybetî Ewropa nabe bêdeng bimînin.
Divê hikûmeta Sûriyeyê ji ber van êrişan berpirsiyar bigirin û mafên Kurdan bi awayekî daîmî misoger bikin.
Divê civaka navneteweyî jî bi awayekî çalak ewlehî û parastina Kurdan misoger bike.



