Li gundewarê bajarê Efrînê cenazeyê jinekê hat dîtin, li Reqayê jî çeteyan ciwanekî Efrînî qetil kir.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku cenazeya jina ji Efrînê li Bajarê Cindirêsê hatiye dîtin.
Her wekî Rêxistinê destnîşan kir ku ciwanê Kurd Masûd Mihemed Reşîd beriya 10 rojan ji Reqayê koçber bibû.
Masûd Mihemed bi destê çeteyên hikumeta demkî hat qetilkirin.
Piştre çeteyan bi cenaze lîstin, serî ji gewde birîn.
Li gorî rêxistinê, cenaze li gundê Masûd hat veşartin.



