Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersîm behsa berxwedana li Rojava kir.
Ayten Dersîm diyar kir ku biryara berxwedana gelê Rojava li hemberî êrîşan pir girîng e.
Ayten Dersîm anî zima ku ji dîrokê heta niha berxwedanî di astên cuda cuda de hebûn û got:
Mirovahî rizgariya xwe di têkoşîna Rojava de dît.
Mirovahî di vê wateyê de li dora vê têkoşînê cihê xwe girt.
Ayten Dersîm got, îro divê em li dora şervanên YPJ’ê , li dora berxwedana gelê Rojava bibin yek.
Ayten Dersîm da zanîn ku gelê Rojava nîşan da ku rûmeta xwe radestî tu kesî nake û wiha bi lêv kir:
Em bi hebûna xwe mirovatiya xwe û rûmeta xwe diparêzin û dê biparêzin.
Dema êrîş tê kirin divê em xweparastina xwe bizanibin.
Ayten Dersîm da zanîn ku Rêber Apo heta niha hemû qirkirin û înkar bi awayekî herî rast pênase kiriye .
Rêbertî ev weke pergal, rejîm e, hêzeke rêxistinkirî û hegemonîk e.
Xwe her tim bi kuştina mirov, gel û jin ava kiriye pênase kir.



