Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersîm destnîşan kir ku felsefeya jin jiyan azadî felsefeya jiyana birûmet e .
Bi gotina wê jin bi porê xwe heye, bi her tiştê xwe heye, divê her jin têkoşîna xwe mezin bike”.
Ayten Dersîm diyar kir ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jin pêşengiyê ji xwepêşandanan re dikin û got:
Felsefeya Jin Jiyan Azadî felsefeya azadiyê ye, felsefeya xwe bûnê ye, felsefeya jiyana birûmet û têkoşînê ye.
Ayten Dersîm anî ziman ku mirovatiya cîhanê divê li hemberî qirkirinên li Rojava bêdeng nemîne .
Gelê Rojava dibêjin, em carekê bimirin jî bi hezaran ji dayîk dibin.
Em vê yekê ji têkoşîna gelên erdnigariya me, ji têkoşîna jinên cîhanê dibînin.
Her wiha Ayten Dersîm got, Jin bi porê xwe heye, bi her tiştê xwe heye.
Divê her jin têkoşîna xwe mezin bike.
Ayten Dersîm diyar kir ku îro jin ji Asyayê, ji Amerîkaya Latîn, ji gelek welatên Ewropayê bi vê têkoşînê re dicivin.



