Îro salvegera koça dawî ya ya hunermendê Kurd Mihemed Şêxo a ango Bavê Felekê ye.
Berî 37 salan, hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo ji nava me bar kir.
Mihemed Şêxo di bin şert û mercên giran û di nava bê derfetiyan de xebatên gelek hêja kirin.
Îro jî Kurd sînoran dişikînin û mizgîniya yekitiyê didin hunermendê neteweyî. FILM
deng li ser dîmen destpêkê hinekî biherikîne
33 sal in ev gor bêdeng e, lê deng û awazên xwediyê wê her li ber guhan e .
Gora Bavê Felek e, Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo ye.
Di sala 1948’an de li gundê Xaçokê yê Qamişlo ji dayik bûye.
Wekî tevahiya zarokên Kurdan ew jî di nava şert û mercên zehmet, hejarî û di bin zilma rejîma Sûriyê de jiyaye.
Ji ber vê xebata xwe jî, çend caran Rejîma Sûriyê ew girtiye û xistiye zindanê.
Ji ber doza gelê xwe, Mihemed Şêxo rastî êşkence û gelek zehmetiyan hatiye.
Ji ber vê zexta zêde Mihemed Şêxo berê xwe dide Beyrût, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê.
Ev zehmetî, êş, zilm û berxwedana li dijî zilmê bi stranan vegotiye û bûye hunermendê neteweyî yê gelê Kurd.
Di temenê biçûk de tê gihaştiye ku xelasiya ji hejarî, bindestî û zilmê berxwedan û yekbûna gel e.
Ji ber wê jî di her straneke xwe de ev yek vegotiye .
Di nava gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê de bandoreke mezin çêkiriye.
Stranên wî yên wekî “Yarek min heye”, “Nalînek tê guhê min”, “Ay lê gulê”,
“Yadê”, “Azad e şîrîn”, “Ey felek”, “Pêş kevin” û hwd peyamên xwe gihandine gel.
Kurd îro mizgîniya yekîtiyê didin Mihemed Şêxo
Mihemed Şêxo di strana xwe ya “Nalînek” de şerê dagirker û mêtingerên li ser Kurdistanê, tîne ziman.
Hestên hunermendê mezin jî bi bişkivîn û herikîna têkoşîna gelê Kurd re diherike û geş bûne.
Di strana xwe ya bi navê “Yadê” de têkoşîna ciwanên Kurd dibêje.
Herî dawî Mihemed Şêxo bi strana “Pêş kevin” mizgîniyê dide Kurdistanê.
Îro 37’emîn salvegera wefata hunermendê mezin Mihemed Şêxo ye.
Gora wî li goristana Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ye.
Li ber serê wî ciwanên Kurd sînorên ku Kurdistan parçe kirine, dişikînin.
Dest didin hev û di yek çeperê de li ber xwe didin û mizgîniya yekitiyê didin Mihemed Şêxo.



