Li taxa Sebîl a bajarê Helebê malbatek Kurd a ji 4 kesan pêt tê hatin kuştin.
Heta niha sedem nehatine zanîn.
Li gorî agahiyên, qutbûna peywendiyê bi malbata parêzer Xelîl Ebdo re li gel xizmên wî fikar û metirsî çêkirin.
Wê yekê hişt ku xizmên wî berê xwe bidin mala wî, dema li derî didin kes bersivê nade.
Piştre derî dişikînin û dikevin hundir, dibînin ku 4 kes hatine qetilkirin.
Navên qurbaniyan wiha ne;
Parêzer Xelîl Ebdo ji gundê Metîna yê Efrînê.
Hevjîna wî Şîlan Tobal ji gundê Hec Xelîl, û du zarokên wan Ehmed (11) û Êlîn (8).
Heta niha hûrgiliyên der barê vî sûcî de nehatine zanîn.



