Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, biryara bidawîanîkirina şerê li dijî Îranê dê biryareke hevbeş li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu be.
Trump di axaftinek telefonê ya di gel rojnameya “Times of Israel” de diyar kir ku, Netanyahu dê di çareserkirina pirsgirêkê de de rolek mezin bilîze.
Eraqçî: Em ji bo her êrişek bejahî ya Amerîkayê amade ne
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di bersiva pirsek Tor EBCˊê ya Amerîkayê de, da zanîn ku divê (DYA) berî ku bigihîje qonaxa ku agirbest dikare were nirxandin,
ji bo êrişkariya xwe ya li dijî Îranê hincetan peyda bike.
Eraqçî derbarê êrişên bejahî de jî got:
“Em di rewşa amadebaşiyê de ne.
Leşkerên me yên wêrek hene amade ne ku bi her dijminekî ku êrişî axa me dike re rû bi rû bimînin.”



