Li bajarê Amedê a Bakurê Kurdistanê ji ber şala kesk, sor û zer girê daye 18 kesên piştî pîrozbahiyên Newrozê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Li Amedê di encama serdegirtina malan a li ser kesên beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûbûn de, 2 jê jin 18 kes hatin girtin.
Li gorî Ajansa Mezopotamya polîsan di dema lêpirsînê de pirsên wekî;
“Hûn bi telîmata rêxistinê beşdarî Newrozê bûn?”, “Agahiya we çawa ji Newrozê çêbû?” û “We çima şala kesk, sor û zer girê da?” ji wan kirine.
Dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” biryara girtina 18 kesan da.



