Serokê YNk’ê Bafil Talîbanî û DEM Partiyê jî êrişa Îranê ya li dijî Pêşmergeyan şermezar kir.
Talebanî êriş bi tundî şermezar kir û sersaxî li kesûkar, malbat û hevalên şehîdan re xwest.
Talebanî diyar kir, Armanckirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê binpêkirina serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ye.
Her wekî daxwaz ji Hikûmeta Iraqê, civaka navneteweyî kir ku bikevin nava hewldanan ji bo pêşîgirtina dubarenebûna her cûre êrişan
Talebanî destnîşan kir ku ti demê Herêma Kurdistanê ne bûye parçeyek ji vî şerî û got:
“Tim ketiye nava xebatên dîplomasî ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane bi rêya gotûbêjê ji bo aramî li herêmê pêk were.”
DEM Partiyê êrişa li ser Pêşmergeyan şermezar kir
DEM Partiyê jî derbarê êrişê de daxuaynî da û êriş şermezar kir.
DEM Partiyê diyar kir, ev êriş binpêkirineke aşkera ya serweriya siyasî ya Herêma Kurdistanê û îstîqrara herêmê ye û got:
“Gelê kurd ji bo aştiyekê birûmet her dem têkoşiyaye û dê têkoşîna xwe bidomîne.”
Ilham Ehmed ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest
Hevseroka Daîreya Têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed bi peyamekê êriş şermezar kir û got:
“Bi xemgînî, em êşa malbat û gelê başur û rayedarên hikumetê bi şehîdbuna 6 pêşmergeyan parve dikin.
Û sersaxiyê ji wanre dixwazin.
Em li gel we ne di vê demê dijwar de.”



