Şêniyên Şamê bi armanca piştgiriya xelkê Siqêlbiyê ya Hemayê xwepêşandanek li dar xist.
Duh derengiya şevê şêniyên Bab Tûma, Qesaa û Bab Şerqî yên Şamê, ji bo piştgiriya şêniyên Siqêlbiyê yê Hemayê ya ku piraniya niştecihên wê xiristiyan in, xwepêşandanek li dar xist.
Xwepêşandan li pêşiya Dêra Meryemiyê bi tevlêbûna bi dehan ciwanan pêk hat.
Di xwepêşandanê de pankartên “Heya mirinê bi Siqêlbiyê re” vekirin.
Xwepêşandêran, hikumeta demkî rexne kir û xwest tedbîrên parastina şêniyan bigire.
Hêjayî gotinê ye ku duh komeke çekdar ji gundên derdorê, derbasî bajarê Siqêlbiyê yê gundewarên Hemayê bûn û astengî ji şêniyan re derxistin.
Hêzên ewlehiyê yên hikumetê destwerdan nekir, ev yek bû sedema tirsê di nava şêniyan de



