29 roj e êrişên di navbera Îsraîl-Amerîkayê û Îranê dewam dike.
Bi vê awayî li Tehrana êrişên asmanî hatin kirin.
Şer û êrişên li Rojhilata Navîn didome.
Serokê DYA’yê Donald Trump dilgiraniya xwe ya li hember hevalbendên NATOyê ragihanid.
Ew jî piştî redkirina wan a şandina leşkeran ji bo alîkariya ewlehiya Tengava Hormuzê .
Trump diyar kir ku heke ji wan were xwestin, dibe ku Washington di pêşerojê de alîkariya wan neke.
Trump: Em nêzî rizgarkirina Rojhilata navîn ji gefên Îranê ne
Her wiha Donald Trump got, DYA’yê ji her demê bêhtir nêzî “rizgarkirina Rojhilata Navîn ji gefa Îranê” ye.
Donald anî ziman ku welatê depoyên mûşekên Îranê û binesaziya wî ya parastinê dirûxîne.
Li Tehrana êrişên asmanî hatin kirin
Li Tehrana jî êrişên asmanî hatin kirin.
Di van êrişan de Zanîngeha Zanist û Teknolojiya Îranê , bû armanc.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku cara yekemîn e mûşek ji aliyê Yemenê tê avêtin
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku ji dema destpêka şerê li dijî Îranê , cara yekemîn e mûşek ji aliyê Yemenê ve avêtin Îsraîlê.
Îsraîlê diyar kir ku pergala parastina hewayî bersiva êrişê da.
Berdevkê Hûsiyan da zanîn ku eger şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Îranê dewam bike, dê destwerdana leşkerî ya rasterast bike.



