Tayland û Îranê li ser derbasbûna keştiyan di Hurmuzê re li hev kir.
Taylandê îro ragihand ku wê bi Îranê re li hev kiriye ku rê bide tankarên wê yên petrolê di Tengava Hurmuzê re derbas bibin.
Serokwezîrê Taylandê Anutin Charnvirakul di civîneke çapemeniyê de got lihevkirin dê herikîna sotemeniyê ji bo welatê wî misoger bike û fikarên têkildarî enerjiyê sivik bike.
Artêşa Pasdaran a Îranê duh (27 Adar 2026) ragihandibû ku wê 3 keştiyên hewl dida di tengavê re derbas bibin vegerandin.
Her wiha îşaret pê kir ku tengav dê li pêşiya keştiyên DYA, Îsraîl û alîgirên wan girtî be.



