6. Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MDXŞ) ya asayî ku bi dirûşmeya ‘Yekîtî, Çareserî û Azadiyê’ tê lidarxistin.
Di kongreyê de 250 delegeyên ji endam û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê, amade ne.
Her wiha YNK, Hereke Teqedûm û Hevpeymana Doza Êzidiyan jî beşdarî kongreyê bûne.
Di kongreyê de Hevserokê MXDŞ’ê Nayif Şemo axaftina vekirinê kir.
Nayîf Şemo hêvî dikir ku ev kongre bibe wesîleya yekitiya civakî, siyasî, leşkerî ya hemû Êzidiyan.
Di kongreyê de li ser navê Malbatên Şehîdan û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî peyam hatin xwendin.
Berdevka TAJÊ Riham Hico jî peyama jinên Êzidî gihand kongreyê.
Berdevka TAJÊ Riham Hico da zanîn ku helwesta jinên Êzidî ji bo têkoşîna Şengala azad zelale.



