Rêxistina HDP’ê têkildarî polîtîkaya AKP’ê yên li ser koçberan hişyarî da û got:Ger di vê rêwîtiya talûke de mirin û trajediyên xemgîn pêk bên; berpirsyar deshilata AKP’ê ye.
Rêxistina HDP’ê derbarê polîtîkaya AKP’ê ya şandina koçberan ser sînor û peravên deryayê de daxuyaniyek nivîskî da.
HDP’ê têkildardî biryara hikumetê ya rêya Ewropa li pêş koçberan vekiriye, wiha got:
Trajediya li Idlibê ne pirsgirêka koçberan e.
Pirsgirêka deshilatê ye.
HDP’ê diyar kir ku her ku deshilat dikeve tengaviyê koçberan bikar tîne û daxuyaniyên dawiyê jî vê yekê piştrast dike.
HDP’ê daxuyakirin ku deshilata AKP’ê niha bi kamyonan berê koçberan dide ber sînor û peravên deryayê.
Rêxistina HDP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku ger tiştek bê serê koçberan berpirsiyarê vê yekê deshilata AKP’ê ye.