Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî êrişa li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê ya li Duhokê şermezar kir.
Sûdanî biryar daye ku tîmeke ewlehiyê ya hevbeş bê avakirin da ku li ser bûyerê lêkolîn bike.
Buroya Ragihandinê ya Sûdanî eşkere kir ku serokwezîr pêwendiyeke telefonê li gel Serokê Herêma Kurdistanê pêk aniye û tê de behsa geşedanên dawiyê yên li ser asta Iraqê û awayê pêkanîna aramiyê kiriye.
Sûdanî êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kiriye û ferman daye ku tîmeke ewlehiyê di navbera Bexda û Hewlêrê de bê avakirin da ku lêkolîn bike û êrişkaran ceza bike.
Serokwezîrê Iraqê destnîşan kiriye ku ew rê nadin tu aliyekî derveyî qanûnî yan jî derve ku Iraqê bikişînin nava şer û ew ê serweriya xwe biparêzin.



