Wezareta karên derve ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê, wezareta karên derve ya Îmaratê û Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nûrî Malikî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Wezaretê daxuyand ku helwesta Sûriyeyê ya piştevaniya yekparbûna axa Iraqê û istiqrara wê sabit e.
Wezaretê destnîşan kir ku ew tevahî cûreyên destwerdana leşkerî di kar û barên navxweyî yên Iraqê de red dike û da zanîn ku ev kiryar binpêkirina qanûnên navneteweyî ye. Wezaretê bang li civaka navneteweyî kir ku tedbîrên pêşîgirtina li komên derveyî qanûnan tev digerin, xurt bikin.
Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nûrî Malikî jî der bare êrişa li ser malên Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê X’ê weşand.
Nûrî Malikî êriş şermezar kir û diyar kir ku “Ev êriş ji aliyê kê dibe bila bibe, bi tu awayî nayê qebûlkirin û cihê şermezariyê ye.”
Malikî her wiha got, êriş ewlehiya Iraqê û istiqrara wê yê nîştimanî dike hedef, di heman demê de yekitiya nîştimanî lawaz dike. Nûrî Malikî di dawiya daxuyaniyê de “li dijî hewldanên têkbirina ewlehiya welat û belavkirina fitneyan di navbera pêkhateyên gelê Iraqê de” banga hevgirtinê li tevahî hêzên nîştimanî kir.
Wezareta karên derve ya Îmaratê jî êriş li ser mala Nêçîvan Barzanî şermezar kir û piştgiriya xwe bi serokê Herêma Federal a Kurdistanê, malbata wî, hikumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê re anî ziman.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku “Ev sûc binpêkirineke mezin a ewlehî û istiqrarê ye”.
Wezaretê ragihand ku Îmarat li dijî hemû cûreyên tundiyê yên bi armanca xirabkirina ewlehiya welatan û derxistina nakokiyên navxweyî ye.



