Li Amûdê ji bo helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî merasîma sersaxiyê hate li dar xistin.
Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Horî ya bajarê Amûdê hat lidarxistin. Endamên Desteya Çandê, HRRK-RK, malbata Ehmed Huseynî, hejmarek rewşenbîr, nivîskar û şêniyên bajar sersaxî dan.
Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî di 10’ê Adarê de li paytexta Siwêd Stokholmê ji ber nexweşiyek giran jiyana xwe ji dest da. Cenazayê wî derbasî Amedê bû û li wir merasîmek hat lidarxist. Ji Amedê derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin û duh (28 Adar) ji Başûr derbasî Rojava bû. Cenaze duh li bajarê wî Amûdê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.



