Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundewarê Til Temirê dronek din xistin.
Şeva borî jî hêzên Amerîkayê yên li bargeha Qesrikê du dron, yek li taxa Til Ehmer a navenda bajarê Til Temirê û ya din li gundê Til Mesasê yê başûrê bajar xistin.
Her wiha hejmarek dron li embara genim a nêzî baregehê ketin û miqdarek mezin a genim şewitî.
Ji detpêka şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ve, ev êriş a 5’emîn e ku li herêmê tê kirin.



