Li Reqayê cenazeyê jinekê li nêzî goristanekê hatibû binaxkirin, hat dîtin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku cenazeyê jinekê li herêma Xendeq a li beramberî goristana Til Beyaa ya bakurê rojhilatê bajarê Reqayê hat dîtin.
Li gorî SOHR’ê, tesadufî beşek ji cenaze piştî ku kûçikan cihê wê kolandibûn hat dîtin û bo tiba edlî hat veguhestin.
Aliyên têkildar heya niha der barê bûyerê û jina hatî kuştin tu daxuyanî nedane.



