Ji hikumeta demkî hatin xwestin ku hemû astengiyên li pêşiya gihandina alîkariyan bo Kobanê rake.
Desteya Kar û Barên Civakî li gel Ofîsa Rêxistinên Mirovî ya Kobanê ev daxwaza kirine.
Wan ji aliyên peywendîdar û hikumeta demkî xwestin ku hemû astengî û zehmetiyên ku rê li ber gihandina alîkariya mirovî bo bajarê Kobanê digirin, rake.
Hat gotin, ji ber operasyonên leşkerî yên li herêmê, koçberiyek girseyî ber bi bajarê Kobanî ve dest pê kir.
Nifûsa bajêr gihşt zêdetirî 500 hezr kesan, binesaziya heyî êdî têra vê hejmarê nake, ev yek bûye sedema krîzek giran a gihîştina stargeh, xwarin, ava paqij û lê-nihêrîna tenduristiyê.
18’ê Nîsana 2026′, karwaneke 2’emîn yê alîkariyê ku ji 22 kamyonan pêk dihat, ji Bakurê Kurdistanê hat şandin da ku bi rêya deriyê sînor ê Kilîsê bigihêje Kobanê.
Lê hikumeta demkî rê li ber vê karwanê girt, kel û pel di depoyeke Rêveberiya Karesat û Rewşên Awarte a li deriyê sînor hatin danîn.
Bang li hikumeta demkî hat kirin ku “hemû astengiyên li pêşiya gihandina vê alîkariyê bo bajarê Kobanî rake û radestî sazî û rêxistinên peywendîdar bike.”



