Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî.
Girêdayî pêvajoyê behsa atmosfera erênî kir.
Îdîa kir ku pêvajo di rêya xwe de çawa pêwîst dike wisa dimeşe û got:
“Tiştên ku divê werin kirin diyar e.”
Erdogan di civîna koma partiya xwe de têkildarî rojevê daxuyanî dan û destnîşan kir ku piştî 18 mehan gelek qonaxên krîtîk hatine derbaskirin û got:
“Piştî rapora komîsyonê em gihiştin qonaxeke welê ku divê baldartir bê meşandin.”
Nûman Kûrtûlmûş: Bedela vegera ji pêvajoyê wê pir giran be
Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş jî li korîdorên heman cihî bersiv da pirsên rojnamevanan.
Got, ji vir û şûn de ji pêvajoyê veger nabe, heke nîvco bimîne wê Tirkiye bedelekî pir giran bide.
Nûman Kûrtûlmûş diyar kir ku di pêvajoyê de qonaxa krîtîk teyît û tespîtkirina çekberdanê ye û got:
“Li Silêmanî çek hat danîn û vê hewayeke gelekî erênî çêkir. Divê heman tişt bê kirin. Pêwîst e rûdanên li Rojhilata Navîn bandorê li vî karî neke.”
Li ser pirsa ku dibêje divê demildest vesaziyên qanûnî dest pê bikin, Kûrtûlmûş got ew ne di destê wî de ye.



