Serokê Amerîkayê Donald Trump di postekê li ser Truth Social de nivîsand û got:
“Îran nikare tevgerên xwe kontrol bike.
Ew nizanin çawa peymaneke nenukleerî îmze bikin.
Divê ew di demek nêzîk de zanetir bibin.”
Wêneyê ku ji hêla Trump ve hatî parvekirin nîşan dide ku çekeke êrişê ya AR-15 an M4 e bi kar anîn .
Li ser wêne hatiye nivîsîn ku “Bi xatirê te mêrê nazik.”
Ev yek di demekê de tê ku dorpêça Amerîkayê li ser Îranê û nezelaliya li ser rêça danûstandinan dewam dike.



