Di demekê de ku ew dixwaze bi stratejiyeke jiholêrakirinê ya li ser bingeha kemîn, bombebaran û êrîşên bilez ên li dijî armancên ewlehiyê, hebûna xwe ji nû ve piştrast bike.
Tevî guhertinên siyasî û ewlehiyê yên Sûriyê ku di mehên dawî de dîtiye.
DAIŞ’ê hîn jî dikare asta çalakiyên xwe li ser erdê bidomîne.
Ku li çend parêzgehên Sûriyê êrîşên bêserûber pêk tîne.
Ew ji deverên erdnîgarî yên berfireh û zehmetiya ewlekirina wan sûd werdigire.
Bi taybet li herêmên di bin kontrola hukumeta demkî de.
Ew taktîkên şer weke kemîn, kuştin û bombebaranê bikar tîne.
Ji 17ê Sibatê heta roja îro, DAIŞ’ê 52 êrîş li deverên cûda yên Sûriyê pêk aniye.
Di encama van êrîşan de 42 kes mirine.
Ev hejmar nîşan didin ku DAIŞ hîn jî şiyana tevger û êrîşan diparêze.
Ev yek pirsên li ser bandora tedbîrên ku ji bo sînordarkirina çalakiyên wê hatine girtin derdixe holê.


