Endamên Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê heye diyar kirin ku piştî Dêrsimê bi jinên bajarên din re jî kom bibin û bi hev re li dijî kuştina jinan têkoşînê bidin meşandin.
Her wiha piştrast kirin ku ew ji bo ku jin tevli pêvajoya aştiyê bibin kar dikin.
Li Dêrsimê jin ji gelek bajarên bakur û Tirkiyê ji bo jinên winda hatin gel hev.
Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê heye bi vê çalakiyê rabû.
Çalakî bi slogana ‘Em ji bo edalet ji bo Gulîstan, Rojwelat, Rojîn û jinên hatine windakirin li Dêrsîmê ne’ pêk hat.
Endamên însiyatîfê yên tevli bernameyê bûn der barê mijarê de axivîn.
Sebahat Tuncel da zanîn ku bersiva pirsa ‘Çi bi Gulîstan Doku hat’ nehatiye bersivandin û got:
“6 sal in malbat, jin û hevalên Gulîstan Doku çarenûsa wê dipirsin.
Di encama vê têkoşînê de rastiyek derket holê.
Hevkariyeke sûc ya walî, emniyet, zanîngeh, nexweşxane tê de ye derket holê.”
Hevdîtin wê li bajarên din jî bidome
Zeynep Nîlgun Salmaner jî derbarê heman mijarê de axivî.
Wê daxuyakirin ku wek înstiyatîf ji bo ku jin di pêvajoya aştiyê de wek kirde cih bigirin têkoşînê dimeşînin û got:
“Yek ji gavên aştiyê ya divê bê avêtin aşkerakirina gumanbarên ku jinan dikujin.
Qirkirinên jinan ne nû ne.
Ji salên 90’î de polîtîkayek şerê taybet tê meşandin û jin bi awayên cuda jiyana xwe ji dest didin.
Van bûyeran jî weke xwekuştinê nîşan didin.
Di şexsê Gulîstanê de Dêrsîm jî di vê mijarê de sembol e.
Rêwitiya me bi Dêrsîmê destpê kir lê em dixwazin li Êlih, Wan û bajarên din jî bi jinan re bên gel hev.
Hevdîtinên me wê li bajarên din jî bidome.
Têkoşîna me ya ji bo parastina aştiyê wê bidome û em ê vê têkoşînê bi hev re bidin.”



