Parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed bi wezîrê çandiniyê Basil Hafiz Siwêdan re civiya û rewşa sektora çandiniyê li parêzgehê û pêşveçûna pêvajoya entegrasyonê ya saziyên çandiniyê gotûbêj kirin.
Parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed îro li avahiya parêzgehê pêşwaziya wezîrê çandiniyê Basil Hafiz Siwêdan û şandeya pê re kir. Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl, rêvebera navçeya Qamişloyê Cîhan Hesam û nûnerên saziyên çandiniyê jî amade bûn.
Her du aliyan di çarçoveya Peymana 19`ê Çileyê de pêşveçûna pêvajoya entegrasyonê ya saziyên çandiniyê yên li herêmê gotûbêj kir. Her wiha rewşa heyî ya sektora çandiniyê, pirsgirêkên herî girîng û rêbazên baştirkirina sektora çandiyê nirxandin.
Biryar e ku wezîrê çandiniyê serdana gelek saziyên çandiniyê yên li Hesekê bike da ku xebatên wan binirxîne û xizmetên çandiniyê bişopîne.



