Di çarçoveya agirbesta li Idlibê de, îro yekemîn dewriya hevbeş a Rûsiya û Tirkiyê li ser rêya M4 pêk hat.
Dewriya hevbeş ji bajarokê Teneb yê 2 km dûrî bajarê Seraqibê ye, dest pê kir û ber bi Eyn el-Hûr ve çû.
5ê Adarê serokkomarê Rûsya Putin û hempîşeya wî Erdogan li Moskovayê civiyan û gelek biryar der barê Idlibê de standin, di nav de agirbest û vekirina korîdoreke ewle li ser rêya M4.
Ji bo pêkanîna vê yekê jî, şandeyeke Rûsî ya leşkerî berê xwe dabû Enqereyê.