Bi rasthatina metirsiya vîrûsa Coronayê re, Koalîsyona Navdewletî, perwerdekirina leşkerên Iraqê rawestand.
Berpirsekî payebilind ê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, ji Ajansa Reutersê re ragihand ku ji ber metirsiya vîrûsa corona, wan perwerdekirina leşkerên Iraqê dane rawestandin.
Berpirsê Koalîsyonê got; “Hêzên Iraqê jî ji bo dûrî qerbalixê bikevin, perwerdekirin rawestadine.
Ji bo şerê li dijî DAIŞê, operasyonên Hêzên Koalîsyonê, ji 15ê Hezîrana 2014an li Iraqê dest pê kir.