Ji bo pêşîgirtina vîrûsa Coronayê, Komîteya Tenduristiyê û Şaneya Aloziyê li gundewarên Dêra Zorê navendeke çavdêriya tendurstî amade kir.
2 navendên çavdêriya tendurstî li gundewarên rojhilat, navendek li Nexweşxaneya El-Siwer El-Muhedese û navendek li Nexweşxaneya El-Kesra ya rojavayê Dêra Zorê hatin amadekirin.
Li van navendan jî, alav û pêdiviyên guncaw hatin danîn.
Rêveberê Nexweşxaneya El-Kesra Dr. Ehmed El-Umêr got:
“Nexweşên rewşa wan sivik, wê li malê bimînin.
Nexweşên navîn jî, wê li navenda çavdêriyê ya El-Siwer û navendên gundewarên rojhilat bimînin.
Her wiha rewşên giran jî, wê li Nexweşxaneya El-Kîsra bin”.
Dr.el-Umêr piştrast kir ku heya niha ti rewşên pêketina Corona li herêmê nehatine tomarkirin.